Wezareta Tendirustiyê amarên Koronayê ragihand

Di 24 demjimêrên borî de 1871 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1871 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 14 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1871 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 539 kes li Hewlêrê, 738 kes li Silêmaniyê, 463 kes li Duhokê, 55 kes li Helebceyê, 44 kes li Gemriyanê û 32 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 14 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 7 kes li Hewlêrê, 2 kes li Silêmaniyê, 3 kes li Duhokê û 2 kes li Germiyanê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 2222 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 512 kes li Hewlêrê, 965 kes li Silêmaniyê, 584 kes li Duhokê, 52 kes li Helebceyê, 75 kes li Germiyanê û 34 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 297487

Mirin: 5419

Başbûn: 254941

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.