Ji ber bombebarana Tirkiyê du welatiyên sivîl birîndar bûn

Du welatiyên nahiya Şêladizê ku temenên wan 39 û 45 salî ne, ji ber bombebarana firokeyên şer ên Tirkiyê birîndar bûn.

Duhok (K24) – Du welatiyên nahiya Şêladizê ku temenên wan 39 û 45 salî ne, ji ber bombebarana firokeyên şer ên Tirkiyê birîndar bûn.

Qaymeqamê Amêdiyê Warşîn Selman ji Kurdistan24ê re ragihand; du welatiyên ku ji bo nêçîra masiyan çûne gundê Sîdan ê li nahiya Şêladizê, ji nişka ve bûbe armanca firokeyên Tirkiyê û di encama bombebarana firokeyan de birîndar bûne.

Warşîn Selman herwiha eşkere kir ku birînên her du welatiyan sivik e û piştî wergirtina tedawiya pêwîst, bo malê hatin şandin.

Selman bal kişand ser wê yekê ku devera her du welatî çûbûn, gelek dûr e û bi salan e gundên wan deveran vala ne û bi awayekî berdewam dibin armanca firokeyên Tirkiyê.

Di van çend salên derbasbûyî de li sînorê navçeya Amêdiyê ji ber bombebaranên firokeyên Tirkiyê, 36 welatiyên deverê hatine şehîdkirin û çendîn welatiyên sivîl jî hatine birîndarkirin.