Li Herêma Kurdistanê 12 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Herêma Kurdistanê nêzîkî 260 hezar pêketiyên Koronayê baş bûne.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên borî de 442 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 12 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 442 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 51 kes li Hewlêrê, 88 kes li Silêmaniyê, 284 kes li Duhokê û 14 kes li Germiyanê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 12 kesan jiyana xwe ji dest dane, ji wan 3 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê, 4 kes li Duhokê û 1 kes li Germiyanê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 2128 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 299335

Mirin: 5453

Başbûn: 259224

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.