Berdevkê PDKê îdîayên PKKê red dike

Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di ronîkirinekê de derbarê kuştina 7 çekdarên wê hêzê li devera Xelîfanê de, bersiva navendeke ser PKKê ve dide û dibêje, îdîayên PKKê ne rast in.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di ronîkirinekê de derbarê kuştina 7 çekdarên wê hêzê li devera Xelîfanê de, bersiva navendeke ser PKKê ve dide û dibêje, anîna navê Partiya Demokrat a Kurdistanê û belavkirina nûçeyên nerast, ji bo veşartina tawanên wan e û bihaneyek e ji bo encamdana kiryarên ne yasayî û destdirêjkirina li ser Herêma Kurdistanê ye.

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed di daxuyaniyekê de ragihand: “Navendeke ser bi HPGê ve, di daxuyaniyekê de îdîa kiriye ku 7 çekdarên wê li devera Xelîfanê bi destê PDKê hatine kuştin! Li vir ji hemû aliyan re radigihînin ku ev îdîa ti bingeheke wê nîne û dûr e ji rastiyê û armanc ji anîna navê Partiya Demokrat a Kurdistanê û belavkirina nûçeyên nerast, ji bo veşartina tawanên wan e û bihaneyek e ji bo encamdana kiryarên ne yasayî û destdirêjkirina li ser Herêma Kurdistanê ye.”

Herwiha Berdevkê PDKê dibêje: “Xelkê Kurdistanê dipirse û divê PKKê bersivê bide ku çekdarên PKKê li devera Xelîfanê çi dikin û çi karê wan çi ye û pêwendiya wan bi vê deverê çi ye?”