Li Herêma Kurdistanê 17 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên Koronayê 300 hezar kes derbas kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên borî de 1679 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 17 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1679 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 576 kes li Hewlêrê, 804 kes li Silêmaniyê, 181 kes li Duhokê û 76 kes li Germiyanê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 17 kesan jiyana xwe ji dest dane, ji wan 4 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 5 kes li Duhokê û 2 kes li Germiyanê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 2127 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 301014

Mirin: 5470

Başbûn: 261351

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.