Berpirsekî Wezareta Pêşmerge: DAIŞê awayê şerê xwe guhartiye

Berpirsekî Wezareta Pêşmerge hişyariyê dide ku çek û pere ketine destê DAIŞê û awayê şerê xwe jî guhartiye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsekî Wezareta Pêşmerge hişyariyê dide ku çek û pere ketine destê DAIŞê û awayê şerê xwe jî guhartiye.

Rêveberê Giştî yê Ragihand û Hişyariya Niştimanî di Wezareta Pêşmerge de Emîd Osman Mihemed ji K24ê re ragihand; “Di heyama du salên borî de, DAIŞê xwe li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê xwe bi rêkxistin kiriye û çek û pere ketine destê wê û awayê şerê xwe jî guhartiye.”

Diyar kir jî: “Hizra terora li wan navçeyan heye, ji ber wê divê ji bilî operasyonên leşkerî yên li dijî DAIŞê, hemû alî kar li ser nehîştina hizra terorê bikin.”

Di çend rojên borî de çekdarên DAIŞê êrîşên xwe zêde kiribûn û awayê êrîşên xwe jî xwe guhartibûn. Pêr 5ê Îlonê di êrîşên cuda de li Kerkûk û Mexmûrê 18 endamên ewlehiyê yên Iraqê li Kerkûkê kuştibûn.

DAIŞê sûdê ji valahiya ewlehiyê ya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de heye bibîne. Hikûmeta Iraqê jî bi wê tê tometbarkirin ku rêgiriyê dagirtina wê vala ewlehiyê dike. Pisporên ewlehiyê jî diyar dikin, artêşa Iraqê û Heşda Şeibî nikarin wan navçeyan kontrol bikin û take rê ew e, Pêşmerge vegere wan navçeyan.

Pisporê Leşkerî Şêrko Tewfîq dibêje: “Take çareserî ji bo aramiya navçeyên Kurdistanî, vegera hêza Pêşmerge ye, lê artêşa Iraqê ji bo vegera Pêşmerge bûye astengî. Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî nikarin wê navçeyan biparêzin. Bê vegera Pêşmerge, aramî ji wan navçeyan re venagere û nayê parastin.”