Nêçîrvan Barzanî: Serdana Borrell nîşaneya pabendiya Ewropayê ye bo piştevaniya Herêma Kurdistanê

Herêma Kurdistanê pabend e bi rêzgirtina li nirxên hevbeş.

Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pesnê serdana Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropa Josep Borrell bo Herêma Kurdistanê da û ragihand: “Herêma Kurdistanê pabend e bi rêzgirtina li nirxên hevbeş û azadiya ramanan û pêkvejiyana aştiyane ya olî û netewî li Herêma Kurdistanê.”

Li hember wî Josep Borrell jî diyar kir; ew ji bo nîşandana piştevaniya Yekîtiya Ewropayê bo Herêma Kurdistanê hatiye û ji bo pêşxistina pêwendiyên her du aliyan, binkeyeke din a şêwirmendiyê ya Yekîtiya Ewropayê li Hewlêrê tê vekirin.

 

Piştî civîna navbera Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropa Josep Borrell, civîneke çapemeniyê li dar xistin.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir: “Em vê serdanê gelek birêz dinirxînin, ku di demeke girîng de tê encamdan û nîşaneya pabendiya Yekîtiya Ewropayê ye li hember Iraq û Herêma Kurdistanê.”

Barzanî eşkere kir: “Me li ser çend mijaran gotûbêj kir, ji wan; asayîş û îstiqrara pêwendiyên Yekîtiya Ewropayê û Iraqê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, şerê DAIŞê û gefên wê, hilbijartinên giştî yên Iraqê, rewşa navçeyê û mijara koç û çend babetên din ên girîng.”

Herwiha diyar kir: “Em spasiya Yekîtiya Ewropayê dikin ji bo piştevaniya Kurdistan û Iraqê di şerê DAIŞê de û ji bo alîkariyên mirovî. Yekîtiya Ewropayê bi awayekî berçav ji bo pêşvebirina şiyanên mirovî, alîkarî kiriye.”

Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir: “Em kêfxweş in ku sê parêzgehên Herêma Kurdistanê di peymana parêzgehên Ewropayê de endam in, bi piştevaniya Ewropayê plana xweguncandina keş û hewa û enerjiyê pêşve çûye.”

Nêçîrvan Barzanî eşkere kir: “Em daxwaz dikin ku ji bo bihêzkirina saziyên dewletê, çaksazî, berqerarkirina yasa, fermanrewayiya rast, şiyansaziya jin û xortan, alîkariya di warê zanîngeh û akademî û pêşxistina sektora îdarî û dadwerî, piştevaniya me bikin. Em daxwaz dikin ku alîkar bin, da ku Herêma Kurdistanê ji hemû aliyan ve di pêwendiya Iraq û Ewropayê de sûdmend bibe.”

 

Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropa Josep Borrell jî di axaftina xwe de diyar kir: “Em dizanin Herêma Kurdistanê rûbirûyî demeke dijwar dibe. Berê jî rûbirûyî çendîn zehmetî û demên dijwar bûye. Ez li vir dim da ku piştevaniya Yekîtiya Ewropayê bo Herêma Kurdistanê tekez bikim. Em dixwazin weke hevpeymanekî girîng ligel Herêma Kurdistanê bimînin.”

Josep Borrell destnîşan kir: “Di vê rewşa dijwar de ku li navçeyê heye, Herêma Kurdistanê roleke girîng dilîze di aramkirina rewşê de li Iraq û navçeyê. Em kêfxweş in ku bibînin pêwendiyeke baştir di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de hebe. Em jî amade ne ji bo baştirkirin û bihêzkirina wan pêwendiyan.”

Borrell eşkere kir: “Em bi girîngî li rola Herêma Kurdistanê ya di alîkarîkirina Hevpeymaniya Navdewletî û têkoşîna dijî DAIŞê de dinêrin. Herwiha rola we ya cengawerî di şer de hebû.”

Herwiha destnîşan kir: “Em li Yekîtiya Ewropayê bi cidî û bi berfirehî pabend in bi piştevanîkirina Herêma Kurdistanê di têkoşîna dijî DAIŞê de.”

Josep Borrell ragihand: “Min pesnê rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê da, bi taybetî rola wergirtina bi hezaran awareyan, bi taybetî jî Êzidî û Xirîstiyanan. We karî di şeş mehên destpêka şerê DAIŞê de zêdetirî milyonek aware werbigrin. Min ti car wêneyeke wisa li ti welatekî nedîtiye. Ez dizanim çiqas zextên madî û aborî ketiye ser Herêma Kurdistanê ji ber wê mêvandariyê. Loma em pesnê vê helwesta Herêma Kurdistanê didin.”