Hevpeymaniya Navdewletî: DAIŞ nikare Iraqê dagir bike

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê Wayne Marotto ragihand; şiyana DAIŞê tune ye ku axa Iraqê dagir bike.
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê Wayne Marotto
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê Wayne Marotto

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê Wayne Marotto ragihand; şiyana DAIŞê tune ye ku axa Iraqê dagir bike.

Wayne Marotto diyar kir; DAIŞ ji valahiya ewlehiyê sûdê werdigre û li ser asta çend bajaran çalakiyên wan têne dîtin weke rêxistina El Qaîde ya sala 2010an.

Marotto destnîşan kir; hêzên Iraqî û Hevpeymaniya Navdewletî, pêşwext kar dikin ji bo lêdana şaneyên razayî û binkeyên serbazî û çavkaniyên darayî yên DAIŞê.

Herwiha diyar kir; DAIŞ nikare axa Iraqê dagir bike, di van demên dawî de DAIŞ hejmarek êrîş kiriye ser hêzên ewlehiyê yên Iraqê, ji bo bersivdana wan, Mistefa Kazimî weke serkirdeyê hêzên çekdarî yên Iraqê, soz daye ku li pey wan be, eger zanyarî hebe DAIŞ li Iraq û Sûriyê zindî dibe, Hevpeymaniya Navdewletî di lêdanê de berdewam dibe.