Parlamenterê CHPê hûrgiliyên serdana xwe ya Hewlêrê eşkere kir

Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê û Parlamenterê Stenbolê Oguz Kaan Salici ku serokatiya şanda CHPê ya ku serdana Herêma Kurdistanê kir, di daxuyaniya xwe ya piştî serdanê de civîneke çapemeniyê li dar xist.

Stenbol (K24) - Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê û Parlamenterê Stenbolê Oguz Kaan Salici ku serokatiya şanda CHPê ya ku serdana Herêma Kurdistanê kir, di daxuyaniya xwe ya piştî serdanê de civîneke çapemeniyê li dar xist.

Serdana şanda CHPê bo Herêma Kurdistanê bi dawî bû û şandê piştî serdana xwe îro çarşemê 8ê Îlona 2021ê li Stenbolê civîneke rojnamevanî saz kir û têde behsa naveroka hevdîtin û armanca serdanê kir.

Cîgirê Serokê CHPê Oguz Kaan Salici da zanîn ku li Hewlêrê hevdîtin ligel rayedarên partiyên siyasî yên wek Partiya Demokrat a Kudistanê (PDK), Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Bereya Tirkmenî ya Iraqê û Partiya Çaksazî ya Tirkmenan û ligel berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk anîne.

Salicî ragihand ku ew weke CHP giringiyê didin çareserkirina pirsgirêkên navçeyê û girîng e ku pirsgirêk bi diyalogê bêne çareserkirin.

Oguz Kaan Salici da xuyakirin ku wan Rêxistina Aştî û Hevkariyê ya Rojhilata Navîn ragihandiye û dê hemahengî di navbera Iraq, Tirkiye, Îran û Sûriyê de hebe.

Salicî got: “Weke CHP, em di wê baweriyê de ne ku welatên herêmê ji zêdebûna teror, alozî û bêaramiya van salên dawîn li herêma me gelek zirar dîtine. Di têkoşîna li dijî van pirsgirêkan de, em ji destwerdanên leşkerî wêdetir, girîngiyê bi hewldanên pêwîst û bikaranîna derfetên dîplomasiyê didin. Me her gav gotiye ku em ligel diyalogê bûne û divê pirsgirêkên herêma me bi danûstandin û dîplomasiyê werin çareserkirin.”

Cîgirê Serokê CHPê herwiha diyar kir: “Armanca me ya sereke diyalog û hevkariya li herêmê ye. Fikra Rêxistina Aştî û Hevkariyê ya Rojhilata Navîn ji bo kêmkirina terorîzm û tundiyê ji bo me gelek girîng e, dibe ku ne sibê lê di heyama pêş de, bandorê li tevahiya herêmê bike. Herwiha bi hatina ba hev a çar welatên herêmê, ev platfom dê bi bandortir bibe. Di hevdîtinên me yên bi rêveberiya herêmê re û di hevdîtinên me yên bi partiyên siyasî yên li Kerkûkê re, me dît ku ev însiyatîf û fikra me çiqas girîng e, ev însiyatîf çiqas hêja ye û bersiv çiqas erênî bûn. Divê ev li vir neyê hiştin, divê wekî destpêkek were dîtin. Bi taybetî piştî ji nû ve diyarkirina hikûmeta navendî ya li Iraqê û avakirina hikûmeta nû, divê em van destpêşxeriyan di asta hikûmeta navendî de jî bidomînin.”

Oguz Kaan Salici destnîşan kir ku li Herêma Kurdistanê ew di hevdîtinên xwe de rastî ti helwesteke xirab nehatine û got: “Li Rojhilata Navîn eger ev her çar welat bêne ba hev dikarin pirsgirêkên vê herêmê bi rêjeyek mezin ji holê rakin. Wekî ku min pêştir jî got, dibe ku ev îro dernakeve holê, lê hilbijartin çêdibin, hikûmet tên guhertin û li welatan guhertin çêdibin û em jî wek CHP di dema desthilatdariya xwe de bi vê yekê re eleqedar bibin. Ji ber vê yekê, me di derbarê helwesta xwe de li bakurê Iraqê an jî li ser navê rêveberiya heremî hûn çawa bi nav dikin bikin, tiştek xirab nedît.”

Salici herwiha anî ziman ku CHP derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd de ne têne diaxive, di heman demê de materyalên nivîskî amade dike û wiha pê de çû: “Beriya CHP, Partiya Gel a Çepgira Demokrat jî li ser pirsgirêka Kurd difikirî û nîqaş dikir. CHP partiyeke siyasî ye ku bi israr çareseriyên pirsgirêkê pêşniyar dike û gava rexneyên wê hebin ji rexnekirinê dudil nabe. Pêşîniya me pir zelal e, em bawer dikin ku em dikarin pirsgirêka Kurd di çarçoveya Tirkiyeya uniter de bi dînamîkên xwe çareser bikin.”