Li Der’ayê 7 leşkerên Sûriyê di teqînekê de hatin kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama teqîna bombeyekê de, 7 leşkerên Sûriyê li parêzgeha Der’ayê hatin kuştin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, di encama teqîna bombeyekê bi otombîleke artêşa Sûriyê de, 7 leşkerên Sûrî li parêzgeha Der’ayê hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.
Ev di demekê de ye, piştî rêkeftina agirbestê û çareserkirina rewşa Der’ayê, duhî hêzên artêşa Sûriyê û Polîsa Leşkerî ya Rûsî derbasî nava taxa Der’aya Beled bûn.
Ji roja 24ê Hezîrana borî ve, artêşa Sûriyê dest bi operasyoneke leşkerî li ser li hember taxa Der’aya Beled a bajarê Der’ayê kiribû. Di encama êrîş û topbaranên artêşê de gelek welatiyên sivîl bûbûn qurbanî.
Ji roja 1ê Îlonê ve û bi navbênkariya Rûsyayê agirbestek di navbera artêşa Sûriyê û çekdarên xwecihî yên Der’ayê de hatibû ragihandin.
Li gor xalên agirbestê, hêzên Polîsa Leşkerî ya Rûsî derbasî Der’ayê dibin û bi artêşa Sûriyê re xalên leşkerî datînin û çavdêriya agirbestê bikin. Herwiha dê rê bidin kesên ku bixwazin ji wê taxê derkevin.