Hevpeymaniya Navdewletî bi alîkarîkirina Pêşmerge berdewam dibe

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê karwaneke din a alîkariyan pêşkêşî Wezareta Pêşmerge kir.

Hewlêr (K24) – Hevpeymaniya Navdewletî di dawî karwana alîkariyan de, hejmarek otomobîlên leşkerî pêşkêşî Wezareta Pêşmerge kirin. Şêwirmendekî Hevpeymanan diyar dike, ewê ji bo rûbirûbûna DAIŞê di alîkariyên xwe bo Pêşmerge de berdewan bin.

Roja Çarşemê 8ê Îlonê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê karwaneke din a alîkariyan pêşkêşî Wezareta Pêşmerge kir.

Mezinê şêwirmendên Hevpeymaniya Navdewletî li Herêma Kurdistanê Todd Burroughs ji K24ê re got: “Biçekkirina hêza Pêşmerge, pêngaveke girîng e ji bo bihêzkirina wê di rûbirûbûna DAIŞê de. Armanca me ya sereke li vir ew e, em alîkariya hêza Pêşmerge bikin, ji bo bi hev re DAIŞê ji nav bibin. Hevpeymaniya Navdewletî bi pêşkêşkirina alîkariyan û rahênankirina Pêşmerge pabend e.”

Ji aliyê xwe ve, Cîgirê Supasalarê Hêza Pêşmerge Huşmend Heyder ji K24ê re got, ev karwana alîkariyên ji Pêşmerge re, ji hejmarek otomobîl û keresteyên lojistîk pêk tê ku pêwîstiya sengerên Pêşmerge bi wan  hene.

Herwiha diyar kir, karwana alîkariyê ji 50 Hummerên gulenebir, 29  barhilgir, 23 şofel û hefare, 21 tankerên sotemeniyê, 16 tankerên avê û 10 barhilgirên rizgarker pêk tê.