Prof. Dr. Erkan: Mesûd Barzanî kesayetekî girîng ê siyaseta Kurd e

Mamosteyê Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Rustem Erkan serdana şanda Partiya Komarî ya Gel (CHP) bo Herêma Kurdistanê nirxand.
Mamosteyê Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Rustem Erkan
Mamosteyê Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Rustem Erkan

Diyarbekir (K24) – Mamosteyê Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Rustem Erkan ji K24 re derbarê serdana şanda Partiya Komarî ya Gel (CHP) bo Herêma Kurdistanê de diyar kir; hevdîtina Partiya Komarî ya Gel (CHP) bi Mesûd Barzanî re him ji bo Kurdên li Iraqê, him ji bo Kurdên li Îranê û him jî ji bo Kurdên li Tirkiyê peyamek e.

Prof. Dr. Rustem Erkan bal kişand ser wê yekê ku Serok Mesûd Barzanî di siyaseta Kurd de kesayetekî girîng e û got: “Herêma Kurdistanê ji dema Mele Mistefa Barzanî ve bi navê malbata Barzanî tê nasîn. Mesûd Barzanî di siyaseta cîhanê de baş tê nasîn û di siyaseta Kurd de jî yek ji kesayetên girîng e. Dema em li aliyê Tirkiyê binêrin, bandora Mesûd Barzanî li ser dengderan em dikarin bibêjin pir zêde tune ye, lê belê ji bilî vê, ji bo hemû Kurdan, him bandora wî û him jî bandora bavê wî heye. Ji welatiyên Kurd ên asayî heta rewşenbîrên Kurd, rexneyek li Barzanî nayê kirin û derbarê wan de bi rêzdarî tê axaftin. Ji ber vê yekê ez wisa bawer im ku hevdîtina  Partiya Komarî ya Gel (CHP) bi Mesûd Barzanî re wateya wê ya sembolîk heye. Ev him ji bo Kurdên li Iraqê, him ji bo Kurdên li Îranê û him jî ji bo Kurdên li Tirkiyê peyamek e.”

Erkan destnîşan kir; zimanê ku Serok Barzanî bi kar tîne sûdê dide çareseriyê û dibe wesîleya wê yekê ku Kurd di aştiyê de bijîn.

Gelo çima serdana CHPê ya bo Herêma Kurdistanê hat rexnekirin?

Prof. Dr. Rustem Erkan bal kişand ser wê yekê ku serdana CHPê bo Hewlêrê, li Tirkiyê ji hêla çend aliyên siyasî ve cuda hat şîrovekirin û ew van şîroveyan rast nabîne û got: “Çimkî Rêveberiya Kurd a Herêmî ya Iraqê, rêveberiyeke wisa ye ku di destûra Iraqê de statuya wê heye û di civaka navdewletî de tê nasîn. Ji bilî vê, sînorê Tirkiyê ligel Herêmê heye. Deriyê sînorî yê Xabûrê di destê rêveberiya Kurd de ye. Loma ez bawer im ev pêwendî him ji bo Tirkiyê û him jî ji bo herêmê dê sûdbexş bibe.”

Mamosteyê Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Dîcleyê di wê baweriyê de ye ku pêngava CHPê û pêwendiyên ku Enqere ligel Hewlêrê pêş bixe, dê ji bo çareserkirina pirsa Kurd a di nav Tirkiyê de sûdbexş bibe û dibêje: “Ji aliyê erdnîgariyê ve jî di navbera gelan de têkeliyek heye. Rewşên weke pêwendiyên merivatiyê li holê hene. Lê belê diyalog û siyasetên çareseriyê yên bi vî rengî, divê ji bo hilbijartinan neyê kirin. Li Tirkiyê pirsgirêka bingehîn jî ev e. Ez bawer im ku pêwîst e partiyên namzedê desthilatê ne, ne ji bo hîsabên dengan pêwendiyên bi vî rengî pêşve bixin. Ji bo pêkanîna aştiya navxwe, divê cîranên din jî bifikirin.”

“Gelek partî dê bi tena serê xwe beşdarî hilbijartinan bibin.”

Prof. Dr. Rustem Erkan diyar kir ku li Tirkiyê dema benda hilbijartinan dakeve %7ê, gelek partî dê bi tena serê xwe beşdarî hilbijartinan bibin û got: “Bi daxistina benda hilbijartinan bo %7ê, weke heyama borî tifaqên Cumhur û Milet wêdetir, HDP, MHP û Partiya ÎYÎ di serî de, gelek partiyên siyasî dê bi tena serê xwe beşdarî hilbijartinan bibin. Lê belê di serokomariyê de bêguman tifaqek dê derkeve holê. Eger CHP dixwaze ji Kurdan deng werbigre, divê namzedê ku diyar dike, ji dengderên Kurd, bi taybetî ji dengderên Kurd ên ku pir zêde polîtîze nebûne, bikare deng werbigire diyar bike.”

“CHP ne CHP'ya berê ye”

Erkan bal kişand ser heyamên ku diyaloga baş a CHPê bi Kurdan re hebû û got: “Dema em li encamên hilbijartinan ên ji ber siyaseta Bulent Ecevit a ji sala 1973 heta 1977an dinêrin, CHP berê xwe dabû Kurdan. Ji bilî wê, dema em li encamên salên 50 binêrin, di dema desthilata Partiya Demokrat û CHPê de dengên CHP gelek zêde ne. Di wan heyaman de CHPê li hinek bajaran ji Partiya Demokrat zêdetir deng wergirtine. Di dema damezrandina komarê de jî, di şerê rizgariyê de jî, ev rewşa ku bi rêberiya CHPê pêk aniye, heye. Em li vir tifaqeke Tirk-Kurd dibînin. Loma ev jî aliyên wê yên erênî ne. Bi giştî tiştên ku berê hebûn, birastî ji partiya ku heyama yek partî tê gotin wêdetir, weke siyaseteke dewletê derdikeve holê. Lê di nav şert û mercên ku guherîne de, em wisa difikirin ku her tişt eynî ne. Ne Tirkiye Tirkiyeya wê demê ye, ne CHP partiya wê demê ye, ne jî mirovên ku li herêmê dijîn mirovên wê demê ne. Loma ez bawer im, di nav şert û mercên nû de, bi mirovên nû, hemû partiyên ku bikarin çareseriyên biaqilane ji bo kêşeyan bibînin, dikarin li herêmê pêş bikevin.”