Şoreşa Îlonê çendîn destkeft ji bo gelê Kurdistanê pêk anîn

Îro salvegera destpêkirina şoreşa mezin a Îlonê ya bi rêberiya Barzaniyê Nemir e.

Hewlêr (K24) – Îro salvegera destpêkirina şoreşa mezin a Îlonê ya bi rêberiya Barzaniyê Nemir e, ku şoreşeke seranserî bû û çendîn destkeftên netewî û niştimanî ji bo gelê Kurdistanê pêk anîn, bi taybetî rêkeftina dîrokî ya 11ê Adarê, ku rejîma Be'sê neçar ma, hinek mafên netewî yên xelkê Kurdistanê qebûl bike.

Piştî ku Serokwezîrê wê demê yê Iraqê Ebdulkerîm Qasim, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) wek partiyeke eşkere û yasayî betal kir û ji sozên xwe yên li ser mafên Kurdan di çarçoveya Iraqê de vegeriya, Kurd bi neçarî dest bi xebata siyasî ya nepenî û xebata çekdarî kir, Şoreşa Îlonê bi rêberiya Mela Mistefa Barzanî di 11ê Îlona 1961ê de hat ragihandin.

Xebata serdema Şoreşa Îlonê dijwar bû, cîhan du alî bû ji aliyê her du welatên zilhêz Amerîka û Sovyetê ve, lê belê şoreşa Kurdan şoreşeke mezin bû. Pir wext derbas nebû ku şoreş ji Xaneqînê gihişt heta Zaxo. Kurd hemû ji bo qubanîdanê amade bû, roj bi roj baweriya xelkê bi Barzanî û şoreşê bihêztir dibû.

Yekem berhema vê şoreşê ku di dîrokê de hatiye nivîsandin, rêkeftina 11ê Adara 1970ê bû, ku gotûbêjên sala 1991ê jî ligel desthilata Bexdayê, li ser bingeha wê rêkeftinê bû.

Beriya destpêkirina şoreşê, Kurd dihatin çewisandin û ti mafekî wan ê netewî tunebû, mafê xwendina bi zimanê Kurdî tunebû. Nikaribûn şanazî bi nasnameya xwe bikin. Iraq ji qebûlkirina mafên ku di dema damezrandina sîstema komarî de pejirandibû, vegeriya.

Rêkeftina Cezayîrê ya 6ê Adara 1975an, mezinbûna Şoreşa Îlonê derxist holê, ku desthilatdarên Iraqê bi tenê nedikariyan şoreşê têk bibin û dawîli xebata Kurd a ji bo gihiştina mafên xwe bînin.

Niha Serok Mesûd Barzanî xebata bidestxistina armancên ku bavê wî Mela Mistefa Barzanî dabû destpêkirin, didomîne. Hemû şiyanên xwe ji bo gihiştina encama ezmûna Kurdistanê û pêşvebirina demokrasî û parastina pêkvejiyana olî û netewî û garantîkirina mafên Kurdan bi karî tîne, heta wê roja ku Kurdistan bigihîje serxwebûnê.