Kazimî pirsên ewlehî û avê bi berpirsên Îranê re guftûgo dike

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi serdanekê gihîşt Îranê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi serdanekê gihîşt Îranê û biryar e bi berpirsên Îranê re behsa pirsgirêka avê bike.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro gihîşt Tehranê û ji aliyê Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ve pêşwazî lê hate kirin.

Li gor medyaya Îranê, Kazimî û Reîsî di civîna xwe de dê bihêzkirina pêwendiyên siyasî û aborî û rewşa herêmê bi giştî guftûgo bikin.

Ji aliyê xwe ve, Kazimî berî birêketina ber bi Tehranê ve ragihand, armanca sereke ya serdana wî, bihêzkirina pêwendiyên dualî yên di hemû waran de ye.

Malpera “IRNA” a Îranî di wê derbarê de ragihand, Kazimî di serdana xwe de behsa pirsgirêka avê ya di navbera her du welatan, pirsa hinardekirina gaza Îranê bo Iraqê û pirsên ewlehiyê dike.

Herwiha destnîşan kir, Serokwezîrê Iraqê û Serokomarê Îranê dê behsa navbênkariya Iraqê ya di navbera Îran û Siûdiyê de bikin.