Serok Barzanî pêşwazî li Patriyarkê Dêra Rojhilat a Aşûrî kir

Mar Awa yê Sêyem spasiya Serok Barzanî bo piştevanî û parastina pêkvejiyan û tebayîya di navbera pêkhateyên netewî û olî yên Kurdistanê de kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî îro 14. 9. 2021ê pêşwazî li Patriyarkê nû yê Dêra Rojhilat a Aşûrî li cîhanê, Patriyark Mar Awa yê Sêyem û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de Mar Awa yê Sêyem ji bilî balkişandina ser pêwendiyên dîrokî yên di navbera malbata Barzan û Dêra Rojhilat a Aşûrî de, spasiya Serok Barzanî bo piştevanî û parastina pêkvejiyan û tebayîya di navbera pêkhateyên netewî û olî yên Kurdistanê de kir.

Her di vê hevdîtinê de, Serok Barzanî pîrozbahî li Patriyark Mar Awa yê Sêyem kir û hêviya serkeftinê jê re xwast û xweşhaliya xwe nîşan da ku di dema borî de kursiya Patriyarkê Dêra Rojhilat a Aşûrî ji bo Hewlêrê hat veguhastin. Tekezî li kir jî ku Herêma Kurdistanê welatê pêkvejiyan û tebahiya di navbera pêkhateyan de ye û pêwîst e jî ev pêkvejiyan were parastin û dewlementir bibe.