Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Nedîm Zehawî kir

Nedîm Zehawî bû Wezîrê Perwerdehî yê Brîtanyayê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî
Serokwezîr Mesrûr Barzanî

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Nedîm Zehawî dike, ku weke Wezîrê Perwerdehî yê Brîtanyayê hat destnîşan kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Em şanazî bi wê xizmeta Nedîm Zehawî dikin, ku weke wezîrê dabînkirina vaksînê li Brîtanya û derve, pêşkêş kiriye.”

Mesrûr Barzanî ragihand: “Îşev ez bi telefonê ligel hevalê xwe Kak Nedîm Zehawî axivîm, bi boneya destnîşankirina wî weke Wezîrê Perwerdehî yê Brîtanyayê, min pîrozbahî lê kir. Em şanazî bi wê xizmeta Nedîm Zehawî dikin, ku weke wezîrê dabînkirina vaksînê li Brîtanya û derve, pêşkêş kiriye.”