Rêwî bi ferîbotê di navbera Elezîz û Dêrsimê de tên û diçin

Ji beriya 46 salan di navbera bajarên Elezîz û Dêrsimê de Bendava Kebanê hat çêkirin. Rê di bin avê de man, pir nehat çêkirin.
kurdistan24.net

Dêrsim (K24) - Ji beriya 46 salan di navbera bajarên Elezîz û Dêrsimê de Bendava Kebanê hat çêkirin. Rê di bin avê de man, pir nehat çêkirin. Riya di navbera du bajaran de 70 kîlometreyan dirêj bû. Welatiyên ku dixwazin di rêkurtkê re biçin û bên bi wesayîtên xwe li ferîbotê siwar dibin. Rêwitiya bi ferîbotê ji bo welatiyan bêhnvedanek e. Welatî di rêwitiyê de temaşeyî dîmenên xwezayê dikin û wekî li ser deryayê keyfa sîmîtdayîna qaqlîbazan û temaşekirina xwezayê dijîn.

Di sala 1975an de li ser Çemê Mûradê Bendava Kebanê hat çêkirin. Bi vê bendavê di navbera bajarê Dêrsim û Elezîzê de golekê avê çêbû. Tevî daxwaza şêniyên her du bajaran pirek nehat çêkirin. Riya di navbera herdu bajaran de 70 kîlometreyan dirêj bû. Ji bo çareserkirina pirsgirêka rê, li şûna pirê bi ferîbotê hatûçûn tê kirin. Lê belê rêwitiya bi ferîbotê bi peretî ye. Yên ku bixwazin di rêkurtkê re biçin pereyên xwe didin û riya xwe 70 kîlometreyan kurt dikin. Bihayê veguhestina wesayitan ji 16 lîreyan dest pê dike û li gorî mezinahiya wesayitê heta 100 lîreyan diçe. Turan Ceylan ku şirîkê kompaniya veguhestinê ye dibêje; havînan gelek qelebalix çêdibe lê wekî din sakîn derbas dibe.

Şirîkê kompaniya veguhestinê Turan Ceylan ji K24ê re diyar kir: “Ev 45 sal in em li vir xizmetê didin. Ji ber ku rêkurtk e, welatî gelek vê rê bikartînin. Bi taybetî di mehên havînê de gelek rêwî vê riyê bikartînin lê ji bilî havînê mehên din ne gelek qelebalix e. Dema ku rêwî li vapûran siwar dibin û di rê de simîtan diavêjin ber qaqlîbazan keyfxweş dibin.”

Ev 46 sal in welatî bi ferîbotan tên û diçin. Nîv saetê carekê, carinan jî 15 xulekan carekê seferek tê kirin. Bi roj û şev ango 24 demjimêran xizmet tê dayîn. Ferîbotên kompaniyeke taybet jî hene û yên şaredariyê jî hene. Rêwitî kurt e, di 10 xulekan de bi dawî dibe lê di vê navberê de rêwî bêhna xwe vedikin, wêne û vîdeoyan digirin.

Welatiya bi navm Ozge Înanli dibêje: “Ez xelka Hozatê me. Da ku ji Elezîzê biçim Hozatê ji neçarî di vê rê re têm û diçim. Li vê derê pirek nehatiye çêkirin. Ji zarokatiya xwe ve her sal ez vê rê bikartînim. Lê ez ji vê rêwitiya li ser golê û temaşekirina xweza û dîtina qaqlîbazan keyfxweş dibim.”

Herwiha welatiyek jî dibêje: “Mehane 3-4 caran derbas dibim. Em kelûpelên malan bar dikin. Ev der ji me re rêkurtek e, ji ber vê yekê em di vê rê re derbas dibin.”

Taylan Yanli jî diyar dike: “Bi rastî em ji neçarî vê rê bi kar tînin. Lê em ji vê rêwitiyê gelek keyfxweş in. Em ji Enqere tên. Dema ku derbasî Hozatê dibin em di vê re re derbas dibin. Em ji wesayitê peya dibin û tên vir, bêhna me derdikeve.”

Welatiyek jî dibêje: “Ez ji Dêrsimê têm. Em gelek eziyetê dikişînin. Di mehên havînê de em gelek di rêzê de disekinin. Heger pir li ser vê golê bê çêkirin gelek baş dibe. Heger pir hebe em dê di 5 xulekan de derbas bibin lê bi vî awayî em gelek zehmetiyan dibînin.”

Di mehên havînê de bi hezaran welatiyên eslê xwe ji Elezîz û Dêrsimê ne ji Ewrûpayê tên û bêhnvedana xwe li bajarên xwe dikin. Welatiyên ku ji riyeke dûr û dirêj tên bi kurtî be jî di rêwitiya bi ferîbotê de bêhna xwe vedikin û demeke xweş derbas dikin. Her çiqas rêwî ji rêwitiya li ser golê û dîtina qaqlîbaz û temaşekirina xwezayê keyfxweş bin jî ew her tim daxwaza çêkirina pirekê tînin zimên.