Berpirsekî PDKê: Vegera Pêşmerge bo Kerkûkê destûrî ye

Cîgirê Serokê Encûmena Serkirdatiya Kerkûk – Germiyan ê PDKê : Ereb û Tirkmenên resem ne li dijî vegera Pêşmerge ne.

Hewlêr (K24) – Cîgirê Serokê Encûmena Serkirdatiya Kerkûk – Germiyan a Partiya Demokrat a Kurdistanê ragihand, vegera Pêşmerge ji bo Kerkûkê û her cihekî madeya 140 di çarçoveya destûrê de ye. Got jî: Ereb û Tirkmenên resem ne li dijî vegera Pêşmerge ne. Endamekî Komîteya Pêşmerge jî diyar de, ew aliyên ku li dijî Pêşmerge ne, wê mijarê ji bo bangeşeya hilbijartinê û komkirina dengan bi kar tînin.

Qonaxa vegera Pêşmerge ji bo navçeyên Kurdistanî di çarçoveya du lîwayên hevbeş ên di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de ye. Bi nêzîkbûna cibicîkirina wê rêkeftinê re, beşek ji parlamenterên Ereb û Turkmen dibêjin, vegera Pêşmerge ne destûrî ye.

Di vê derbarê de Cîgirê Serokê Encûmena Serkirdatiya Kerkûk – Germiyan ê Partiya Demokrat a Kurdistanê Diyarî Husên ji K24ê re dibêje, ewên ku ne xelkê navçeyê yên resen in, rêgiriyê li vegera Pêşmerge dikin, ji bo ew di gendelî û erebkirina navçeyê de berdewam bin. Got jî: Pêşmerge dikare vegera her navçeyeke madeya 140.

Vegera Pêşmerge di demekê de ye, hilbijartinên pêşwext ên Iraqê nêzîk bûne û aliyên ku li dijî vegera Pêşmerge ne, ev mijar kirine babeta bangeşeya hilbijartin û komkirina dengan.

Roj bi roj rewşa Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê xiraptir dibe û DAIŞ êrîşî hêzên ewlekariyê dike. Bi nêrîna xelkê, vegera Pêşmege û PDKê ji bo Kerkûk dê rewşa bajêr baştir bibe.