Jineke Iraqî li ser rêya neyasayî ya Ewropayê canê xwe ji dest da

Termê jineke koçber a Iraqî li ser sînorê navbera Polanda û Belarusê hat dîtin.
Hejmarek koçber ligel çend pasevanên sînorî yên Polandayê
Hejmarek koçber ligel çend pasevanên sînorî yên Polandayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Termê jineke koçber a Iraqî li ser sînorê navbera Polanda û Belarusê hat dîtin, ku ligel hevjîn û sê zarokên xwe bi mebesta gihiştina welatên Ewropayê derketibûn rê.

Pasevanên sînorê Polandayê ragihand; roja yekşemê 19ê Îlonê, termê 8 koçberan li ser sînorê wan ê ligel Belarusê hatine dîtin, ku yek ji wan terman jineke Iraqî ye.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, bi hezaran koçber li ser sînoê navbera Belarus û Polandayê asê mane, ku dixwestin xwe bigihînin Ewropayê. Ji ber tundkirina sînoran, koçber ketine rewşeke xirab, bi giştî heşt termên koêeberan li wî sînorî hatine dîtin.

Polîsê Belarusê ragihandiye; li ser termê wê dewsa wê yekê diyar e ku ji aliyê pasevanên Polandayê ve hatine rakişandin. Hevjînê wê jî diyar dike ku pasevançn sînorê Polandayê ee bi rûtî û bi zext û gefan rakişandine ber sînorê Belarusê.

Hat ragihandin ku jina Iraqî dayîka sê zarokan e, ku temenên wan navbera 5 û 7 salî de ne û di jiyanê de ne û niha li ser sînorê Belarusê ne.