Demirtaş: Ji bo çareserkirina pirsa Kurd bêguman HDP muxatab e

Selahattin Demirtaş ragihand; ji bo çareserkirina pirsa Kurd, HDP muxatab e û diyar kir, HDP dixwaze pirsa Kurd û hemû pirsgirêkên li Tikriyê bên çareserkirin
Selahattin Demirtaş
Selahattin Demirtaş

Navenda Nûçeyan (K24) - Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş pêşwazî li daxuyaniya Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ya derbarê çareserkirina Pirsa Kurd de kir û piştgirî da pêşniyara wî.

Selahattin Demirtaş ragihand; ji bo çareserkirina pirsa Kurd, HDP muxatab e û diyar kir, HDP dixwaze pirsa Kurd û hemû pirsgirêkên li Tikriyê bên çareserkirin.

Demirtaş, parlamentoya Tirkiyê wek cihê çareserkirina pirsgirêkan û di nav de pirsa Kurd dibîne û dibêje: “Bi qasî ku ez dizanim, HDP daxwaz dike ku hemû pirsgirêkên Tirkiyê, di nav wan de jî pirsa Kurd, çareser bibin, aktorek siyasî ya xwedî vîn e, û bê guman ew muxatab e. Navnîşana çareseriyê jî bi awayê xwezayî Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyê ye.”

Selahattin Demirtaş ku hin jî li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye, HDP wek partiyek xwediyê zanebûn û ezmûna siyasî bi nav dike û amaje bi yekê dike, ku daxuyanî û nîqaşên bêkêr ti sûdê nagihînin çareseriya pirsa Kurd.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu gotibû: “Ji bo çareseriya pirsa Kurd pêwîstiya me bi desteyeke rewa heye. Em dikarin HDPê wek organek rewa bibînin.”

Kiliçdaroglu ragihandibû, “Em dikarin HDP wek organeke rewa bibînin. Piştgiriya xelkê heye, hatiye nav parlamentoyê û karê xwe dike. Eger ev pirsgirêk çareser bibe, bi organeke rewa, bi HDPê re em dikarin çareser bikin. Ji ber vê ez wiha difikirim ku pêwîst e HDP li parlamentoyê be.”

Li ser van gotinên Kemal Kiliçdaroglu, parlamenterê HDPê û hevserokê berê yê wê partiyê, Sezaî Temellî gotibû: “Navnîşana çareseriya demokratîk Îmralî ye û muxatab Ocalan e.”