Kerkûk.. Berpirsekî PDKê rastî êrîşeke çekdarî hat
Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Kerkûkê endamekî Liqê Newzad ê Çemçemalê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Luqman Altun rastî êrîşeke çekdarî hat û birîndar bû.
Derbarê wê bûyerê de Luqman Altun ji K24ê re got: “Şeva borî dema ez vedigeriyam malê, li sînorê bajarokê Şiwan çend çekdaran ji otomobîlekê ve gule li otomobîla min reşandin.”
Luqman Altun diyar kir, di encama wê êrîşê de, ling û çavekî wî bi sivikî birîndar bûn.
Luqman Altun destnîşan kir, cihê êrîş lê hatiye kirin, dikeve navbera hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê de û ti hêzeke din lê nîne, ji ber wê ew nizane ew çekdar kî ne û ser bi çi aliyekî ve ne.