Atletico Madrid bi Suarez bi ser ket

Navenda Nûçeyan (K24) – Di gera şeşem a La Ligayê de, Atletico Madrid paşketina xwe ya bi golekê li pêş Getafe guhart û bi riya Suarez du gol tomar kirin û bi ser ket.

Di gera şeşem a La Ligayê de, Atletico Madrid şeva borî bû mêvaneke giran li Getafe û bi encama (2 - 1) bi ser ket.

Destpêkê Getafe gola xwe di xuleka (45) de bi riya Stefan Mitroviç tomar kir. Piştre Luis Suarez du gol di xulekên (78 û 90) de ji Atletico Madrid re tomar kirin.

Bi vê serketinê, Atletico puanên xwe derxistin 14 puanan û bi awayekî demkî pêşengî ji cîranê xwe Real Madrid (13 pûan) stand ku ew jî dê îro di heman gerê de mêvandariya Real Mallorca bike.

Ji aliyê din ve, Getafe şeşemîn têkçûna xwe ya li pey hev xwar û hîn jî di rêza berî dawiyê ya La Liga de bê pûan e.