Li Rojavayê Kurdistanê 11 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Rojavayê Kurdistanê hejmareke zêde ya mirina bi Koronayê hat tomarkirin
Nexweşxaneya Hesekê ya Covid-19
Nexweşxaneya Hesekê ya Covid-19

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, ji ber vîrûsa Koronayê (Covid-19) 11 kesan canê xwe ji dest dane, 291 pêketî jê hatine tomarkirin.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin û diyar kir, 11 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 291 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine. Herwiha 11 kes jî ji vê nexweşiyê baş bûne

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 25579 kesan, ji wan 2090 kes baş bûne û 863 kesan jî canê xwe ji dest dane.