Mesrûr Barzanî û Balyozê Îspanyayê tekeziyê li ser bihêzkirina pêwendiyan dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 23 Îlona 2021ê pêşwazî li Balyozê Şahinşahiya Îspanya yê nû li Iraqê Pedro Martinez-Avial kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li Balyozê Şahinşahiya Îspanya yê nû li Iraqê kir û hêviya serkeftina di erkê wî de jê re xwast, ji bo pêşvebirina pêwendiyên Îspanyayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re.
Balyozê Îspanyayê amadehiya welatê xwe ji bo pêşvebirina pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re nîşan da, bi taybet di warên pevguhartina bazirganî û weberhênanê de, ji bo vê mebestê jî, ew amadekariyan dikin, ji bo Konsulxaneya Îspanyayê li Hewlêrê vekin.