Koçberekî din ê Iraqî li sînorê Belarus û Polandayê canê xwe ji dest da
Navenda Nûçeyan (K24) – Pêncem koçberê Iraqî li sînorên navbera Belarus û Polandayê canê xwe ji dest da, hejmarek koçberên din jî ji aliyê polîsê pasevan ê Polandayê ve hatin desteserkirin.
Polîsê Pasevanê Sînorê Polandayê li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê ragihand; şeva din hejmarek koçberên Iraqî li sînorê Belausê hatine desteserkirin, yek ji wan zilamek bûye ku tevî hewldanên tîmên tendirustiyê, canê xwe ji dest dane.
Hat eşkerekirin; dibe ku ji ber celteya dil canê xwe ji dest dabe. Herwiha testa vîrusa Koronayê ya koçberekî din jî pozîtîv derketiye û li nexweşxaneyê hatiye razandin.
Hefteya borî jî termên çar koçberên Iraqî li nêzîkî sînorê Belarus û Polandayê hatibûn dîtin, ku ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dabûn.