4 sal di ser referanduma serxwebûnê re derbas bûn

Referanduma serxwebûnê ya Kurdistanê di 25ê Îlona 2017an de hat encamdan û %93ê xelkê Kurdistanê ji bo serxwebûnê gotin "Belê".

Hewlêr (K24) – Piştî referandum û bûyerên 16ê Cotmehê, hinek aliyên siyasî li benda ketina wan hêzan bûn di hilbijartinên piştî referandumê de, bi taybetî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), lê belê ev partî di hilbijartinan de piraniya kursiyên Parlamentoya Kurdistanê û Parlamentoya Iraqwê li ser asta Kurdistanê bi dest xistin û bûyekem partiya ser asta Iraqê.

Referanduma serxwebûnê ya Kurdistanê di 25ê Îlona 2017an de hat encamdan û %93ê xelkê Kurdistanê ji bo serxwebûnê gotin "Belê".

Endamê Serkirdetiya Partiya demokrat a Kurdistanê (PDK) Elî Husên ji K24ê re diyar kir: “Miletê Kurd, ne tenê li Herêma Kurdistanê, li hemû parçeyên Kurdistanê li pey peyama netewî û niştimanî ne. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) weke hilgirê vê peyamê dibînin, Serok Barzanî xwediyê vê peyamê ye û li her derê ev peyam bawerî li cem Kurdan çêkiriye, loma piştî referandumê PDK bihêztir bû, çimkî xelk bawer dike ku PDK û Serok Barzanî hêvî û armancên miletê Kurd pêk tîne.”

Beşek ji wan aliyên siyasî yên ku wê demê piştevaniya referandumê kirin, piştî bûyerên 16ê Cotmehê di helwestên xwe de paşve vekişiyan, lê belê hejmarek aliyên siyasî jî bi heman helwesta xwe man û niha şanazî pê dikin.

Sekreterê Partiya Komunîst a Kurdistanê Kawa Mehmûd dibêje: “Her têkoşînek li ser mijara niştimanî be, em weke destkeftekê dibînin, em qurbaniyên xwe jî weke destkeftekê dibînin, çimkî ji bo mijareke birûmet û rewa bûne, ev karwan berdewam dibe û referandum rawestgeheke vî karwanî ye.”

Kawa Mehmûd herwiha destnîşan kir: “Divê baweriya me bi gelê me hebe, vî gelî berevanî kiriye û berdewam e, hemû ew dengên ku li dijî berevaniya gelê Kurdistanê ne, dawiya dawî dê biqedin. Tiştê ku dê bimîne gel e û ew bi xwe xwediyê biryarê ye.”

25ê Îlona 2017an bi rêberiya Serok Barzanî, gelê Kurdistanê referanduma serxwebûnê encam da û %93 dengê "Belê" dan, her çiqas bûyerên piştî referandumê serxwebûna gelê Kurdistanê paş xist, lê ev daxwaz heta niha di dil û derûna hemû Kurdan de zindî ye.