Serok Barzanî: Referandum serkeftineke mezin û dîrokî bû
Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 25ê Îlona 2021ê di salvegera encamdana referanduma serxwebûnê de peyamek belav kir û ragihand: “Referandum serkeftineke mezin û dîrokî bû.”
Serok Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê bi boneya salvegera referanduma serxwebûnê peyamek belav kir û ragihand: “Di referandumê de %93ê dengên belê yên gelê Kurdistanê serkeftineke mezin û dîrokî bû. Di salvegera vê serkeftinê de pîrozbahî li gelê Kurdistanê û destxweşî li wan qehremanan dikim ku xwe neçemandin, ez çavên wan maç dikim.
The positive response of 93% of the participants of the Kurdistan Independence Referendum was a historic achievement. On the 4th anniversary of that spectacular victory, I commend the heroic people of Kurdistan for invariably refusing to bow down.
— Masoud Barzani (@masoud_barzani) September 25, 2021