Îranê careke din gef li partiyên Rojhilatê Kurdistanê xwar

Balyozê Îranê yê li Iraqê Îrec Mescidî ragihand; eger Bexda û Hewlêr rêgirî li partiyên opozîsyonê yên Îranê nekin, Tehran neçar e ku êrîş bike.
Supaya Pasdaran a Îranê, wêne: arşîv
Supaya Pasdaran a Îranê, wêne: arşîv

Hewlêr (K24) – Balyozê Îranê yê li Iraqê Îrec Mescidî ragihand; eger Bexda û Hewlêr rêgirî li partiyên opozîsyonê yên Îranê nekin, Tehran neçar e ku êrîş bike. Herwiha dibêje ku ew li dijî her kiryarekê ne ku mesbeta wan lawazkirina Iraq û Herêma Kurdistanê be.

Îrec Mescidî di hevpeyvînekê de ligel ajansa fermî ya Iraqê ragihand: “Me bi awayekî berdewam ji Bexda û Hewlêrê daxwaz kiriye ku êrîşa grûpên li dijî Komara Îslamî ya Îranê bidin sekinandin, lê belê mixabin ew grûp bi awayekî berdewam sînor derbas dikin, loma divê ev kar werin sekinandin, egerna em ê xwe bispêrin êrîşkirinê.”

Mescidî gotiye: “Em ti car ligel wê yekê nînin ku zirar bigihîje Herêma Kurdistanê, ez ji rayedarên Bexda û Hewlêrê daxwaz dikim ku çareseriyekê ji bo vê kêşeyê bibînin.”

Li ser êrîşên ser balafirgehên Bexda û Hewlêrê û ser Hevpeymanan, Îrec Mescidî diyar kir ku welatê wî rêzê li serweriya Iraqê digre û li dijî her kiryarekê ye ku armanca wê lawazkirina hikûmeta Iraqê be, “bi heman şêwe bo Herêma Kurdistanê jî, ku helwesta me li ser vê mijarê diyar e”.

Balyozê Îranê yê li Iraqê eşkere kir; pêwendî û hevkariya navbera Wezareta Berevanî ya Îranê û Wezareta Berevanî ya Iraqê heye û berdewam dibin.

Ev di demekê de ye ku beriya niha çend fermandar û berpirsên serbazî yên Îranê li ser vê mijarê gef xwaribûn û piştî gefên wan jî, çend êrîşên esmanî li ser deverên sînorî encam dabûn.