Li Herêma Kurdistanê 11 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 360 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 11 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 360 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 41 kes li Hewlêrê, 50 kes li Silêmaniyê, 253 kes li Duhokê û 16 kes li Germiyanê ne.
Herwiha ragihand, di nav 24 demjimêran de 11 kesan jiyana xwe ji dest dane, ji wan 6 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Duhokê û 1 kes li Helebceyê ye.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1002 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 325432
Mirin: 5795
Başbûn: 291882
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.