DAIŞê 3 welatiyên sivîl kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama êrîşeke çekdarên DAIŞê li bakurê Baqûbe de, 3 welatiyên sivîl hatin kuştin û 4 polîs jî birîndar bûn.
Peyamnerê K24ê da zanîn, derengê şeva borî li gundê Ebare yê li bakurê Baqûbe, bombeyeke çandî di barhilgirekê de teqiya. Dema xelk û hêzên ewlehiyê li cihê teqînê kombûn, çekdarên DAIŞê bi nîşangiran gule li wan barandin.
Li gor zanyariyên peyamnerê K24ê, di encama gulebaranê de, 3 welatiyên sivîl hatin kuştin û 4 polîs jî birîndar bûn ku di nava wan efserek bi pileya Eqîd heye.