Amerîka tekeziyê li ser piştevaniya aramiya Rojavayê Kurdistanê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozxaneya Amerîka li Şamê radigihîne, Amerîka tekeziyê li ser piştevaniya aramiyê li Rojavayê Kurdistanê û çareseriya siyasî ji bo Sûriyê dike.

Balyozxaneya Amerîka li Şamê li Twittera xwe ragihand, Cîgirê Yekem ê Alîkarê Wezîrê Derve Joey Hood û Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve Ethan Goldrich bi Seroka Desteya Cibicîkar a MSD Îlham Ehmed re hevdîtin kir.

Balyoxaneyê diyar kir, Amerîka piştevaniya aramiya li Rojavayê Kurdistanê dike û dê bi berdewamî alîkariyan ji bo deverên ku ji DAIŞê hatine rizgarkirin pêşkêş bike.

Herwiha Balyozxaneya Amerîkî li Sûriyê destnîşan kir, Amerîka piştevaniyê li çareseriya siyasî ji bo hemû Sûriyan dike.

Şandeke Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi serokatiya Îlham Ehmed ji hefteya borî ve li Washingtonê ye û derbarê pirsa Sûriyê û çareseriya siyasî li gor biryarên navdewletî de hevdîtinan dike.