19 partî û saziyên Tirkmenî deng didin kandîdên PDKê

19 Partî û aliyên Tirkmen biryar dane, di hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê de dengê xwe bidin kandîdên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)

Navenda Nûçeyan (K24) – 19 Partî û aliyên Tirkmen bi daxuyaniyekê ragihand, Partî û aliyên Tirkmen li Herêma Kurdistanê û Iraqê biryar dane, di hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê de dengê xwe bidin kandîdên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK).

Di daxuyaniyeke hevbeş de hatiye ragehandin, netewa Tirkmen, nûner, partî û aliyên Tirkmen wek pêkhateyeke resen li Herêma Kurdistanê ne û di hemû qonaxên zehmet û giran ên li Kurdistanê de, roleke wan a giring û hevseng ji bo parastina pêgeha xwe û berjewendiyên giştî hebû.

Herwaha diyar kirin, di helbijartinên Iraqê de ku pêvendiyeke wê ya rasterast bi pêgeha Herêma Kurdistanê li Iraqê heye, ji ber wê bi dîtina hest bi wê berpirsyartiya ku li stûyê wan partiyan, ji ber ku partî û aliyên Tirkmen ti kandîdên wan ji bo helbijartinên Iraqê tune ne, biryar hatiye dayîn ku deng bidin kandîdên PDKê.

Hat ragehandin, ew dengdana ji bo PDKê, “Ji bo xizmeta pêkvejiyana ku li herêma Kurdistanê heye û ji bo bihêzkirina wê hevpeymaniya dîrokî ya di navbera aliyên Tirkmen û PDKê de ye.’’

Navên partî û aliyên siyasî yên Tirkmen yên deng didin PDKê wiha ye:

1 – Partiya Geşepêdana Tirkmen

2 – Partiya Çaksaziya Tirkmen

3 – Partiya Gel a Tirkmen

4 – Komeleya Lîberal a Tirkmen

5 – Partiya Demokrat a Tirkmen

6 – Tevgera Bêalî ya Tirkmen

7 – Ocaxa Tirkmenî

8 – Tevgera Demokrat a Tirkmenî

9 – Partiya Rizgariya Netewî ya Tirkmenî

10 – Komeleya Rewşenbîrî ya Tirkmen

11 – Partiya Yekitiya Tirkmenî

12 – Partiya Şiroq a Tirkmenî

13 – Bereya Tirkmenî – Serkirdatiya Şer’î - Tilefer

14 – Fraksiyonên Tirkmenan a Encûmena Parêzgehê

15 – Rêxistina Tolay a Karûbarên Tirkmenî

16 – Yekitiya Wêje û Nivîskarên Tirkmenî

17 – Yekitiya Ciwan û Xwandekarên Tirkmenî

18 – Nûnerên Tirkmen li Encûmena Ciwanên Kurdistanê

19 – Mala Tirkmen (Tirkmen Evi)