Encûmena Wezîran stratejiya niştimanî ya rûbirûbûna gendeliyê pesend kir

Encûmena Wezîran bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.

Hewlêr (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro çarşemê 29ê Îlona 2021ê bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.

Di beşa yekem a civînê de Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî Piştîwan Sadiq reşnivîsa "Peyrewa Encûmena Bilind a Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê" pêşkêş kir. Encûmena Wezîran bi piraniya dengên amadebûyan, peyrew pesend kir. Armanca vê peyrewê, destnîşankirina pêkhate û erk û desthilatên encûmena wezaretê ye, di nav wan de jî bi awayekî baştir birêvebirina milkên weqfî û veberhênana wan û pêşvebirina wan e.

Di beşa duyem de reşnivîsa "Projeyasaya çekan li Herêma Kurdistanê" ji aliyê Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed ve hat pêşkêşkirin, ku armanca wê, rêkûpêkkirina kirîn û firotin û hilgirtin û muamelekirina bi çekan e. Piştî gotûbêj û danûstandina fikr û ramanan û pêşkêşkirina çendîn têbînî, projeyasa bi liberçavgirtina têbînî û balkişandinan, ji aliyê Encûmena Wezîran bi piraniya dengên amadebûyan hat pesendkirin.

Herwiha di beşa sêyem de "Projeya stratejîk a niştimanî ya Desteya Destpakî ji bo rûbirûbûna gendeliyê li Herêma Kurdistanê 2021 – 2025" ji aliyê Serokê Desteya Destpakî Ehmed Enwer ve hat pêşkêşkirin, ku planeke giştgîr a desthilat û saziyên taybetmend ên Herêma Kurdistanê ye, ji bo hikumraniyeke baştir û şefaftir, bi arasteya rêgirtina li hederkirina serweta giştî û rêgirtina li gendeliyê, ku yek ji birgeyên sereke yên bernameya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

Encûmena Wezîran li ser pêşniyara Desteya Destpakî, stratejiya wê pesend kir, piştre Desteya Destpakî ya Herêma Kurdistanê mekanîzma û şêwaza cîbicîkirinê, bi hemahengiya ligel desthilat û saziyên Herêma Kurdistanê, dê diyar bike.