Li Pirsûsê çanda xwedîkirina hespan pêş dikeve

Çanda xwedîkirina hespan bandoreke erênî li ser aboriya şêniyên navçeyê dike.
kurdistan24.net

Riha (K24) - Çanda xwedîkirina hespan, li Pirsûsa navçeya Rihayê çandeke kevnar be jî, di salên dawî de, xwedîkirina hespên pêşbaziyê, heta ji %40 bandorê li ser aboriya şêniyên navçeyê dike. Cotkarên ku li çewlikên xwe hespan xwedî dikin, tînin ziman ku hespên ku ji bo pêşbaziyan tên xwedîkirin, çavkaniyeke girîng ya dahata navçeyê ye.

Li Pirsûsa navçeya Rihayê, ji bo pêşbaziya hespan xwedîkirina hespan, bûye çandeke giştî û çavkaniyeke serekî ya aboriyê. Cûreyên hespên ku ji bo pêşbaziya hespan tên gihandin, bi şêwaz û rêbazên pisporî û bi plansazî tên gihandin. Cotkar balê dikşînin ku xerceke zêde ya hespan heye û tişta herî girîng û vî kara bi wan dide domandin, serkeftinên di pêşbaziyan de ye.

Halîl Akbaş tîne ziman ku berê jî bapîrên wan, ji bo pêwistiyên xwe yên veguhastinê hespan xwedî kirine. Lê piştî ku saziya pêşbaziya hespan, li Rihayê pêşbaziya dide destpêkirin, şêniyên navçeyê jî, çanda xwedî kirina hespan, li gor serdemê guncinandine û êdî li navçeyê gihandina hespên pêşbaziyê buye wek çandeke giştî ya civakê.

Xwediyê çewlika hespan Halîl Akbaş ji K24ê re diyar kir: “Vê kevneşopiya xwedikirina hespan ji bav û bapîrên me ve ji bo me maye. Lê wan wê demê zêdetir, ji bo karên malê hespan xwedî dikirin û pêşbaziyên wan jî li taxan, bi taybet li ser berfê dihatin kirin. Lê ji berê de, li vê derê li ber her malekî hespekî hebûn. Piştî ku saziya pêşbaziya hespan hat damezrandin, hesp bûn çavkaniya serekî ya dahata welatiyan. Berê wê saziyê hespên bi xwe xwedî dikir û difirot me, lê welatîyên me dest bi xwe xwedîkirina hespan kirin. Em êdî hespên fal û avis bi xwe xwedî dikin, ceniyên xwe bixwe digihînin. Em bi xalên saziya pêşabziyê re pêndî datînin. Yanî ev kar çavkaniya dahata me ye.”

Li Pirsûsê 2 cure hesp bi taybet ji bo pêşbaziyan tên xwedîkirin, cureya Hespê Ereb û Hespê Îngilîz. Cotkar tînin ziman ku ji bo wan beza hespan girîng e û nirx û bihayê hespan jî li gor serkeftinên wan yê di pêşbaziyan de diyar dibe.

Îlhan Tekînalp jî li Çewlikeke din, ji zarokatiya xwe ve, karê xwedî kirina hespan dike û balê dikşîne ku genetîk û serkeftina genetîkên hespan di nirxên wan de jî bandora serekî dike û xwedîkrina hespên pêşbazî jî, hûrgulî û baldariyeke baş dixwaze.

Tekînalp diyar kir: “Em vana digihînin û dibin pêşbaziyan, dema ku serkeftî bibin jî, xelat bo me tên û em pê debara xwe dikin. Li vê heremê gelek kes debara xwe bi xedîkirina hespan dike. Lêçûnên wan jî gelek e helbet. Mehane hespeke avis 1500-2000 lîre xerc lê tê kirin. Yanî serdema toximkirinê di navbera 15 û 30 hezar lîre de lêçûn çê dibin. Piştre ku cenî çê dibin jî ya em difiroşin, yan jî em bixwe digihînin û ji bo pêşbaziyan amade dikin. Hêviya me ya ji dahatê serkeftina hespan ya di pêşbaziya de ye.”

Li Pirsûsê her cotkarekî ku karê xwedîkirina hespên pêşbaziyê bike jî, divê ji bo her hespekî, axur û ciyê xwedîkirinê amade bike û kesekî ku bi zanabûn, wan hespan bigihîne jî peywirdar bike.