“Rojavayê Kurdistanê bi karesateke mirovî re rûbirû ye”

Dr. Ciwan hişyarî da û got, eger alîkariyên pêwîst bi Desteya Tendirustiyê re neyin kirin, dê rewş ji bin kontrolê derkeve.
Nexweşxaneya Hesekê ya Covid-19
Nexweşxaneya Hesekê ya Covid-19

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, ji ber vîrûsa Koronayê (Covid-19) 17 kesan canê xwe ji dest dane. Hevserokê Desteyê jî banga alîkariyê ji civaka navdewletî dike.

Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin û diyar kir, 17 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane. Ev jî wek bilind amara mirina bi Koronayê li Rojavayê Kurdistanê tê hejmartin.

Herwiha diyar kir jî, 279 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine. Herwiha 7 kes jî ji vê nexweşiyê baş bûne

Ji aliyekî din ve, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa di konferanseke rojnamevanî de ragihand, Desteya Tendirustiyê heta niha ti alîkarên pêwîst ji bo rûbirûbûna Koronayê wernegirtine.

Dr. Ciwan diyar kir jî, 15 navendên kerentînekirinê li deverên wan hene û pêwîstiya wan hemû navendan bi oksicînê heye.

Herwiha Dr. Ciwan hişyarî da û got, eger alîkariyên pêwîst bi Desteya Tendirustiyê re neyin kirin, dê rewş ji bin kontrolê derkeve û ew bi tenê nikarin rûbirûbûyî pandemiyê ya ku bilez belav dibe bibin.

Dr. Ciwan bang li Netewên Yekgirtî, civaka navdewletî û rêxistinên pêwendîdar kir, destêwerdanê bikin û alîkariya herêmên bakurê rojhilatê Sûriyê bikin, ji ber ku ewê di rojên pêş de bi karesateke mirovî re rûbirû bibin.

Hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 27845 kesan, ji wan 2156 kes baş bûne û 932 kesan jî canê xwe ji dest dane.