Li Herêma Kurdistanê 18 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1353 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1353 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 18 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1353 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 408 kes li Hewlêrê, 617 kes li Silêmaniyê, 230 kes li Duhokê, 30 kes li Helebceyê, 43 kes li Germiyanê û 25 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 18 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 5 kes li Hewlêrê, 10 kes li Silêmaniyê, 2 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1218 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 280 kes li Hewlêrê, 410 kes li Silêmaniyê, 412 kes li Duhokê, 40 kes li Helebceyê, 50 kes li Germiyanê û 26 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 332221

Mirin: 5873

Başbûn: 297936

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.