Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Qeterê mijarên girîng ên rojevê gotûbêj kirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Qeterê yê li Iraqê Xalid Bin Hemed Elsuleytî kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Xalid Bin Hemed Elsuleytî kir
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Xalid Bin Hemed Elsuleytî kir

Hewlêr (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êvara pênçşemê 30ê Îlona 2021ê pêşwazî li Balyozê Qeterê yê li Iraqê Xalid Bin Hemed Elsuleytî kir.

Di hevdîtinê de pêşxistina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Qeterê, bi taybetî di warê aborî û bazirganiyê de û handana sermayeguzarî û veberhênana Qeterî di warên cuda cuda de li Iraq û Herêma Kurdistanê xistin ber behs û guftûgoyan.

Konferansa Bexda ya ji bo alîkarî û hevbeşî, girîngiya peywendiyên Iraqê li gel welatên cîran û navçeyê, hilbijartinên dahatû yên Iraqê û çend pirseke dinê ji bo her du aliyan girîngbûn, mijareke dinê vê hevdîtinê bû.