Li Herêma Kurdistanê 19 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Herêma Kurdistanê zêdetir ji 300 hezar kesî ji Koronayê baş bûne

Stenbol (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên borî de 438 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 19 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 438 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 37 kes li Hewlêrê, 184 kes li Silêmaniyê û 217 kes ne.

Herwiha ragihand, di nav 24 demjimêran de 19 kesan jiyana xwe ji dest dane, ji wan 12 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê û 3 kes li Duhokê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1414 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 334031

Mirin: 5911

Başbûn: 300803

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.