"Talîban 13 welatiyên Şîe bidarve kirin"

Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî ragihand; Tevgera Talîban bêyî dadgehîkirin, 13 kesên ji pêkhateya Hezare îdam kirin.
Wêne: AFP
Wêne: AFP

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî ragihand; Tevgera Talîban bêyî dadgehîkirin, 13 kesên ji pêkhateya Hezare îdam kirin, ku Şîe ne û piraniya kesên ku Talîban ew bidarve kirine, beriya niha serbazên Efxanistanê bûn û xwe radestî Talîban kiribûn.

Li gor lêkolînên Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî, îdamkirina hejmarek xelkê Hezare li gundê Kahur ê wîlayeta Daykindî bûye, ku ji wan 11 kes endamên hêzên Efxanistanê bûn, tevî 2 kesên din ên sivîl ku yek ji wan keçeke 17 salî bû.

Ajansa AP diyar kiriye; pêkhateya Hezare %9ê nişteciyên Efxanistanê pêk tîne û ji ber ku Şîe ne, gelek caran dibin armanc.

Heta niha her du berdevkên Tevgera Talîban Zebîhullah Mucahid û Bîlal Kerîmî bersiva ajansa AP nedane, ku ajansê daxwaza daxuyaniyek kiriye.