Li Herêma Kurdistanê 9 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1360 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1360 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 9 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1360 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 578 kes li Hewlêrê, 507 kes li Silêmaniyê, 196 kes li Duhokê, 31 kes li Helebceyê, 31 kes li Germiyanê û 17 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 9 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 1 kes li Hewlêrê, 2 kes li Silêmaniyê, 6 kes li Duhokê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1504 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 470 kes li Hewlêrê, 433 kes li Silêmaniyê, 501 kes li Duhokê, 42 kes li Helebceyê, 37 kes li Germiyanê û 21 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 337972

Mirin: 5946

Başbûn: 305123

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.