Wezareta Pêşmerge û tîmeke Hevpeymaniya Navdewletî civiyan
Hewlêr (K24) – Tîmeke şêwirmendî ya payebilind a serbazî ya Hevpeymaniya Navdewletî û Wezareta Pêşmerge civiyan û tekezî li ser pêşvebirin û serxistina zêdetir a proseya çaksazî ya li wezaretê kirin.
Wezareta Pêşmerge ragihand; şêwirmendên payebilind ên wezaretê Lîwa Rukn Bextiyar Mihemed û Emîd Rukn Hejar Umer pêşwazî li Cîgirê Şêwirmendê Bilind ê Serbazî yê Hevpeymaniya Navdewletî Colonel Tad Boros kirin.
Hat eşkerekirin ku di civînê de pêşveçûnên herî dawî yên proseya çaksazî ya Wezareta Pêşmerge hat gotûbêjkirin û her du alî bi girîngî li pêşketinên vê proseyê dinêrin.
Şêwirmendên wezaretê pesnê rola şêwirmendên serbazî yên Hevpeymanan dan di pêşketin û rêkxistina Pêşmerge de, herwiha hêviya xwe anîn ziman ku ev hevkarî û hemahengî werin berfirehkirin û berdewamiya wê hebe.
Hat diyarkirin ku behsa metirsiyên niha yên terorîstan hate kirin, ji bo vê yekê jî şêwirmendên Hevpeymanan hevkarî û alîkariya ji bo Pêşmerge dê bidomînin, li ser parastina aramî û asayîşa navçeyê û têkbirina hemû terorîstan.