Pisporên aboriyê: Zivistaneke zehmet li pêşiya Tirkiyê ye

Li Tirkiyê li gel zamên li ser gaz û ceyranê bi zêdebûna enflasyonê nirxê xurek û kelûpelên jiyana rojane jî zêde bûne.
kurdistan24.net

Enqere (K24) – Li Tirkiyê li gel zamên li ser gaz û ceyranê bi zêdebûna enflasyonê nirxê xurek û kelûpelên jiyana rojane jî zêde bûne. Zam û zêdebûnan bandora xwe li ser bazaran jî kiriye. Ji ber vê çendê aborînas û pisporên enerjiyê ku balê dikşînin ser girîngiya Kurdistanê ya di warê enerjiyê de bo Tirkiyê di vê baweriyê de ne ku dê îsal zivistan bo Tirkiyê zehmet derbas bibe Firoşkar û kiryarê li bazaran jî rewşa heyî gazinc in.

Li Tirkiyê û bakurê Kurdstanê piştî ku di 1ê Cotmehê de li ser gaz û kahrebaya taybetî di kerta pîşesaziyê de tê bikaranîn ji sedî 15 zam hate ser, enflasyona li vî welatî jî di meha îlonê de ji sedî 1,25 zêde bû û bi giştî gehişt ji sedî 19.58. Herwiha li gorî daneyên saziya amaran ya Tirkiyê Bi zêdebûna enflasyonê li ser herta xwerekên sereke û berhemên xwerarinê ji sedî 28.79 li ser berhemên malê ji sedî 23.27 zam hatiye kirin.

Ji ber van zem û bihabûnan beşek aborînas û pisporên enerjiyê div ê baweriyê de ne ku ev zivistan îsal dê ji bo welatiyên Tirkiyê zehmet derbas be û balê ser giringiya Kurdistanê ya di warê enerjiyê de.

Aborînas û pipsorê enerjiyê Doç. Dr. Alî Oguz Dîrîoz ji K24ê re got: “Zivistaneke zehmet li pêşiya gelê Tirkiyê heye. ji ber ku di rojên pêşiya me de li ser gaz û ceyrana ku di malan de tê bikaranî jî dê zam bê kirin. Sedema vê yekê jî ew e ku gaz û nefta ji Rûsya û Îranê bo Tirkiyê tê firotin biha dibe. Ev yek jî dê bibe desem ku gel vê zivistanê dê zêdetir pere xerc bike da ku gerim bibe. Ji ber vê çendê ez her gav dibêjim xwezîka Tirkiyê di warê enerjiyê de zêdetir bi serkirdayetiya Herêma Kurdistan Iraqê de rêkeftin bikira da ku îro evqas dest tenga nebûya.”

Geşedanên di warê pîşesazî û xwerekan de bandora xwe li ser bazaran jî kiriye. Firoşkar ji ber zêdebûna market û lêçûnên xwe, kirryar jî ji ber zêdebûna nirxê fêkû û sebzeyan dilgiranin.

Firoşkar Cahît Toksoy dibêje: “Em bi zorî debara xwe dikin. Kirêya malê heye fatureyên av û ceyranê her yek 250 lîre tê. Kîloya poşeta ku me par 8 lîre dikirî niha bûye 15 lîre. Lîtreyeke mazutê bûye 7 lîre. Yanî lêçûnên me zêde ne ji ber vê çendê fêkî û sebze biha ne. Ger nirxê lêçûnên me bên daxistin dê nirxê kelûpelan jî dakeve.”

Welatiyek dibêje : “Par min bi 30 lîre turikê xwe tejî dikir lê nih bi 100 lîre jî ez nikarim pêdiwiyên xwe hemûyan bistînim. Serokkomarê me dibêje nirxê berheman makul e. Belê rast e ji bo wan makule lê bo kesên wekî me feqîr biha ye. Me rojên xirab derbas kirin lê rojên hê xirabtir li benda me ne.”

Li gel van geşedanan li seranserê Tirkiye û bakurê Kurdistanê li ser kelûpelên kerta avahsaziyê taybetî jî li ser çîmento û hesin ji sedî 100 zam çêbibûn û ji ber vê çendê jî li Tirkiye û bakur 120 hezar avahîsazan ji bo mehekê kar dabûn rawestandin. Beramerî van geşedanan bi destpêka heyama nû ya parlementoyê Tirkiyê hikûmeta vî welatî amadekariya çaksaziyên nû yên di warê aborî de dike da ku pêşiya bihabûnê bigre.