Rewşa dawî: 400 koçberên Kurd li sînorê Belarus û Polandayê asê mane

Endamê Komîteya Alîkariya Penaberên Kurd Hejar Şamil agahiyên herî dawî yên li ser wan koçberên Kurd ku di navbera Belarus û Polandayê de asê mane, eşkere kir.
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) – Endamê Komîteya Alîkariya Penaberên Kurd Hejar Şamil agahiyên herî dawî yên li ser wan koçberên Kurd ku di navbera Belarus û Polandayê de asê mane, eşkere kir.

Hejar Şamil ji K24ê re ragihand: “Nêzîkî 400 koçberên Kurd li sînorê Belarus – Polandayê asê mane û di rewşeke xirab de ne. Me du roj berê serdana wî sînorî kir û me alîkarî gihandin wan koçberan ku Kurdên Êzidî ne, ew di rewşeke xirab de ne, heta radeyekê, me kêşeyên wan çareser kir.”

Şamil eşkere kir ku ew koçberên Kurd li nêzîkî sînorê Belarus – Polandayê li nav bajarekî ne, polîsê Polandayê nahêlin ji wî sînorî derbasî nav axa welatê wan bibin.

Endamê Komîteya Alîkariya Penaberên Kurd destnîşan kir ku ji bilî koçberên Kurd, gelek koçberên din ên Ereb, Faris û Efxanî li wî sînorî asê mane.

Li ser sedema alîkarînekirina rêxistinên navdewletî jî, Hejar Şamil diyar kir ku hemû rêxistin ser bi welatekî ne, welatên Ewropayê jî naxwazin koçber berê xwe bidin welatên wan, loma rêxistinên navdewletî alîkariyê nakin.