Li Tirkiyê di rojekê de zêdetirî 30 hezar kes bi Koronayê ketin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 236 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 6ê Cotmehê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 30 hezar û 438 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine.
Herwiha di 24 demjimêran de 31 hezar û 413 kes baş bûne.