Li Pakistanê erdhej.. 20 kesan canê xwe ji dest dan

Di encama erdhejê de, 20 kesan canê xwe ji dest dan û zêdetir ji 200 kesî jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Pakistanê îro di encama erdhejeke bihêz de, 20 kesan canê xwe ji dest dan û zêdetir ji 200 kesî jî birîndar bûn.

Rêveberê Giştî yê Desteya Rûbirûbûna Karesatên Xwezayî li Pakistanê Nesîr Nasir ji rojnamvanan re ragihand, îro berbangê li rojhilatê bajarê Quetta Paytexta herêma Balochistanê erdhejeke tund rû da.

Diyar kir, navenda erdhejê 102 k.m li rojhilatê bajarê Quetta bû û tundiya erdhejê jî 5.7 bi pîver Richterê bû.

Nesîr Nasir li ser ziyanên canî da zanîn, di encama erdhejê de 20 kesan canê xwe ji dest dan û zêdetir ji 200 kesî jî birîndar bûn.

Cîgirê Komîserê Bajarê Harnai Sohail Enwar got, zêdetir ji 100 xaniyên ji heriyê hilweşiyan û bi sedan kes bê mal man.

Navçeya ku herî zêde ji erdhejê bandor dîtiye, bajarê Harnai ye. Harnai bajarekî çiyayî ye ku gihîştina tîmên hawarhatinê dijwar e ji ber ku rêyên qîr tune ne.