Fazil Mîranî: PKK hatiye vê ezmûnê têk bide

"Em ji wê yekê nîgeran nînin ku li ser parçe erdek bimînin, em ji ber wê yekê nîgeran in ku xwe dikin bedîlê biryarderên siyasî û îdareyê li Herêma Kurdistanê.”
Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî
Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî

Hewlêr (K24) – Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî ragihand; demokrasiya ku li Tirkiyê heye, li Iraq û Sûriye û Îranê tune ye û PKK hatiye ezmûna Herêma Kurdistanê têk bide. Herwiha diyar kir ku li Silêmaniyê destdirêjî û destwerdana PKKê li karûbarên Herêmê zêdetir e.

Fazil Mîranî li Duhokê beşdarî karnavala piştevanî û serxistina namzedên PDKê bû û di karnavalê de diyar kir ku çima PKK li hundirê welatê xwe berevaniyê nake û got: “PKKê duh digot em çar parçeyan rizgar dikin, piştre gotin em mafê îdarî û netewî dixwazin, piştî ku rêberê wan hat girtin, dibêjin em federaliya îdarî ya demokratîk ava dikin, ev pirsyar e, gelo ti welatekî dinyayê, federaliyê lileg tevgerek ava dike, bi taybetî ew tevger nîşaneya pirsyarê ya mezin li ser hebe û ketibe lîsteya xirab.”

Mîranî destnîşan kir: “Aliyê ku şerê welatê xwe li derveyî welatê xwe dike, bawer nakim yek parêzvanî li malbat û welatê xwe neke û were bibêje ez parêzvaniya welatê we û mala we dikim, divê ciwanên me vê mijarê cuda bikin.”

Sekreterê Polîtburoya PDKê diyar kir: “PKK dibêje ti dozeke me ya netewî tune ye, nexwe çima hûn li serê çiya ne, bi hemû pîvanan demokrasiya ku li Tirkiyê heye, ne li Sûriye, ne li Iraq û ne li Îranê tune ye. Xebata xwe bi rêya demokrasiyê bikin.”

Fazil Mîranî herwiha destnîşan kir: “PKK hatiye vê ezmûnê têk bide. Têkdan armanca wan nîne, lê ew amûrê wê têkdanê ne.”

Mîranî eşkere kir: “Em ji wê yekê nîgeran nînin ku li ser parçe erdek bimînin, em ji ber wê yekê nîgeran in ku xwe dikin bedîlê biryarderên siyasî û îdareyê li Herêma Kurdistanê, ku mixabin li Silêmaniyê destdirêjî û têkelî û destwerdana wan li karûbarên Herêmê gihiştiye wê yekê ku ew ji kesên ku li wê derê hukmê dikin zêdetir li ser biryar û hukmdanê zal bûne.”