Li Herêma Kurdistanê 18 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1115 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1115 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 18 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1115 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 296 kes li Hewlêrê, 413 kes li Silêmaniyê, 345 kes li Duhokê, 23 kes li Helebceyê, 27 kes li Germiyanê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 18 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 6 kes li Hewlêrê, 7 kes li Silêmaniyê, 2 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê û 2 kes li Germiyanê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1650 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 570 kes li Hewlêrê, 446 kes li Silêmaniyê, 541 kes li Duhokê, 35 kes li Helebceyê, 40 kes li Germiyanê û 18 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 341610

Mirin: 5986

Başbûn: 309886

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.