Amerîka 125 hezar penaberan werdigre

Bernameya taybet ji bo wergirtina vîzeyê bi awayê online hat aktîvkirin.

Hewlêr (K24) – Amerîkayê ragihand; ji bo sala bê, 125 hezar penaber werdigre, bernameya taybet jî ji bo wergirtina vîzeyê bi awayê online aktîv kir.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di civîneke çapemeniyê de ragihand: “Serok Joe Biden her dem tekezî li ser pabendbûna welatê xwe ji bo wergirtina penaberan dike, di vê çarçoveyê de jî sala 2022an Amerîka 125 hezar penaber werdigre.”

Bernameyeke taybet a Amerîkayê ji bo dayîna vîzeyan heye, ku kesên li welatên din dikarin bi rêya forma online daxwaa vîzeya Amerîkayê bikin.

Li ser vê mijarê Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Herêma Kurdistanê ew bername belav kiriye û ragihandiye ku kesên dixwazin koçî Amerîkayê bikin, dikarin serdana malpera fermî ya bernameyê bikin.

Amerîkayê ji sala 1995an ve ev bername vekiriye û her sal kesên ji welatên din dikarin bi rêya wê bernameyê daxwaza vîzeya Amerîkayê bikin. Ji bo kesên ku dixwazin koçî Amerîkayê bikin şans tê dayîn.