Li Diyarbekirê Pêşengeha Gastronomî û Geştyariyê tê lidarxistin
Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê di navbera 24 û 27ê Adara 2022an de Yekemîn Pêşengeha Gastronomî û Geştyariyê tê lidarxsitin. Sazî û rêxistinên pêwendîdar bi kongreyeke rojnamegerî pêşengeh dan naskirin.
Li Diyarbekirê di navbera 24 û 27ê Adara 2022an de 1emîn Pêşengeha Gastronomî û Geştyariyê dê were lidarxistin. Parêzgerî, TURSAB û Xizmetên Pêşengehiyê ya Mezopotamyayê bi hev re pêşengehê amade dikin. Jûra Bazirganî û Pîşesazî ya Diyarbekirê, karsaz û rayedarên sazî û rêxistinên geştûguzariyê jî bedşarî civîna danasînê bûn.
Parêzgerê Diyarbekirê Munîr Karaloglu got; ew vê pêşengehê ji bo Tirkiyeyê wekî fersendekê dinirxînin û hêvî dikin û pêşengeh livûtevgera geştyarî ya li herêmê jî zêde bike.
Serokê Lijneya Rêveber ya TURSABê Fîruz Baglikaya jî da zanîn ku; armanca wan ew e ku bi vê pêşnegehê ji welêt û derveyê welêt geştyar berê xwe bidin Diyarbekirê û bi vê yekê aboriya bajêr geş bikin.
Serokê Jûra Pîşesazî û Bazirganî ya Diyarbekirê Mehmet Kaya jî got; ew wekî jûra bazirganî hewl didin ku Diyarbekir bikin yek ji navendên girîng ya pêşengehan. Li gorî gotinên Kaya, dê di sala 2022an de li Diyarbekirê 11 pêşengeh werin lidarxistin.