Xaneqîn.. Pêgeheke DAIŞê hat bombebarankirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê ragihand, firokeyên şer ên Iraqê êrîşî bêgeheke çekdarên DAIŞê li başûrê Xaneqînê kir.

Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ragihand, Di bin çavdêriya Fermandariya Operasyonên Hevbeş de, firokeyên şer ên F-16 yên Iraqê êrîşek asmanî li başûrê Xaneqînê pêk anîn ku hejmarek ji çekdarên DAIŞê xwe tê de veşartibûn.

Di daxuyaniyê de hatin got jî, ev êrîş bû sedema wêrankirina wê pêgeha DAIŞê û çekdarên tê de bûn hatin kuştin.